H’emû nûçeSereke
Paşînyan û Elîyêv bi hevra qise kirine

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan nava wedê kurtda li ser pîya qise kirine. Ev hevdîtin nava çarçoveya merasîma sondxwerina serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan, li Enqerê, pêk hatîye.
“Nava çarçoveya sondxwerina serokê Tirkîyayê “li ser pîya”, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi hevra qise kirine. Li rex wan bûye usa jî serokwezîrê Tirkîyayêyî berê Bînalî Yildirim” RÎA Novostîyê ragîhandîye.