H’emû nûçeSereke
Paşînyan wextê hevdîtina tevî Klaar derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wextê hevdîtinê pêvajoya mîyaserkirina pevketinên destanî, yên wextê hevdîtinên li Bryûsêlê û Kîşnêvê qebûlkirî hatîye gotûbêjkirinê.Paşînyanê serokwezîr mîyaserkirina wan pevketina girîng hesab kirîye.
Xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, halê hûmanîtarî, yê li Qerebagê sazbûyî, yê ku rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye,çûye .
Paşînyanê serokwezîr nêzîkbûnên alîyê ermenî, yên girêdayî wan pirsgirêkara, raber kirîye.