H’emû nûçeSereke

Rûsîya amadeye pirsên fînansî, yên bona çêkirina stansîya atomî tevî Ermenîstanê gotûbêj bike: Mîşûstîn

Rûsîya amadeye tevî hevkarên xwe, yên nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda, nava wanda usa jî tevî Ermenîstanê wan pirsên fînansî gotûbêj bike, yên ku girêdayîne çêkirina stansîyayên atomîye  li wan welata.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî wextê pêşengeha li ser  navê “Avrasîya mala mine” derheqa wê yekêda serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn gotîye. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî beşdarî wê pêşengehê bûye.

Li salona kompanîya “Rosatom” ê, serokên dêlêgasîya derheqa projeya rûsa-bêlarûsada raber kirine, kîjan derheqa çêkirina stansîya atomîdane. Ew stansîya atomî wê ji du blokabe, qewata kîjanê wê bighîje 1200 mêgavatî. Niha bloka stansîya Bêlarûsîyayê, ya ewlin îdî dixebite, lê ya duem tê cêribandinê.

Mîşûstîn guhdarîya Nîkol Paşînyan teglîfî ser sîstêma fînansekirina projeyê kirîye û daye dîyarkirinê, wekî kompanîyayên Bêlarûsîyayê ji 40 selefî hinekî zêdetir fînans dane xebatê.

Serokê kompanîya “Rosatm” ê Alêksêy Lîxaçov jî gotîye wekî projeya usa tê  mîyaserkirinê, çawa ku ew bona xwe dikin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button