H’emû nûçeSereke

Fransîya li rex Ermenîstanêye ku ew bighîje aşîtîya heq: Kolona

Tu welatek ewqas cedandina nade xebatê, ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda aşîtî îzbatbe, çiqas Fransîyaye. Derheqa wê yekêda wezîra Fransîyayêye karên der  Katrîn Kolonayê li parlamênta komarê gotîye.

Wezîrê derheqa rasthatina serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Fransîyayê, kanslêra Almanîyayê, serokê Şêwira Avropayê û serokê Adirbêcanê bîr anîye, ya ku bi saya aktîvîya serokê Fransîyayê hatibû teşkîlkirinê. Kolonayê usa jî derheqa hevdîtina bi sirêda gotîye, ya ku gerekê 21 ê tîrmehê li Bryûsêlê pêk bê, beşdarî kîjanê wê usa jî bibin hevkarên ji Ştatên Yekbûyî.Ewê daye dîyarkirinê, wekî Fransîya piştgirîya Ermenîstanê dike, dema ku gilî derheqa milahîmkirina halê sertdane û bi gotina wê  mîsîya Yekîtîya Avropayê bi piranî bi cedandinên Fransîyayê hatîye sazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button