ÇandSereke

“Somm: belgefîlma “Kasa rizgarîyê” rola şerabê di nasnameya Ermenîstanê de vedikole

Nû: “Som: belgefîlma “Kasa rizgarîyê” ya ku dê dawîya vê salê derkeve holê, rola şerabê di nasnameya Ermenîstanê de vedikole. Ev ji hêla NYT ve hatî ragîhandin.

Ev çaremîn fîlmê rêzefîlma “Somm” ku derhênerîya wê  Cêyson Ûayzî kirîye, ji yên berê cudatire. Ji bo ronîkirina hêvî û xewnên Somêylêy, bala wî bêtir li ser girîngîya çandî ya şerabê bixwe ye.

Fîlma herikbar şerabçêkerê ermenî Vahê Kêûşgêryan û keça wî Êmmî, ku bi wî re li tesîsa hilberînê ya WineWorks li Yêrêvanê kar dike, vedihewîne.

Ermenîstan beşeke ji herêma Qafqasyayê ye, ku berî hezar salan yek ji cîhên jidayîkbûna şerabê tê hesibandin. Li gor Kêûşgêryan şerab heta sedsala 19 a, bindestîya împaratorîya Osmanî û Rûsyayê û paşê jî destpêka sedsala 20 î,  qetilkirina Ermenîyan beşeke bingehîn ya çanda ermenîyan bû. Paşê Ermenîstan ket nav Yekîtîya Sovyêtê.

Sovyêtê digot: “Hevalno, konyakê çêkin, ne ku şerabê”,-Kêûşgêryan dibêje. Li gorî wî, sovyêtê rezvanan neçar kir ku dev ji rezên li ber çîyê û cûreyên kevn yên ku bi wan şerab çêdikirin, berdin. Rezên nû li deştên nizm hatin avakirin, ku çandinî dikare bibe pîşesazî, bi rezên ku ji alîyê sovyêtê va ji bo brandy hez dikir.

Êmî Kêûşgêryan, ku ji dayîkbûna wê hevdem bû bi hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê ra, dibêje: “Rezên kevn mane”. “Ev 120 salin hema bêje bêdestûr mane. Niha me şerab kirîye nasnameya xwe.”

Kêûşgêryana rezên kevin ji nû ve zindî dikin û li ser cûreyên kevinar lêkolîn dikin, di nav wan de arenî, yek ji kevintirîn tirîyên şerabê yên naskirî, ku li Ermenîstanê bûye sembola ronesansa şerabçêkirinê.

Sala 2020 da li Ermenîstanê di dema kişandina fîlma “Kasa rizgarîyê” de, di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de şer dest pê dibe. Rezê sereke rast di devê agir de bû dema ku dirûn nêzîk bû. Di fîlimê de Kêûşgêryan divê biryarê bidin ka ji bo çinîna tirîya bikevin xetereyê yan ji rez dûr bikevin û derbara xwe winda bikin, ev jî dê bibe derbeyek aborî û çandî. Di dawîyê de êlekê fîşekan li xwe dikin û rewşê dinirxînin û liv û tevgera xwe didomînin, xweşbextane kuştî û birîndar çênebûne.

Kêûşgêryan di fîlmê de behsa planên kirîna tirîya li Îranê dike. “Ez bi cûre-cûr re eleqedar bûm û ka ew çawa bi celebên tirîyên naskirî re têkildar in”,- ewî digot.

Fîlmê da, Kêûşgêryan bi ekîbeke fîlmê re ji bo lêgerîna rezên kevn yên bi cûreyên neasayî,li bakûrê Îranê digere, nîv-binerd. Li girên dûr yên parêzgeha Kêrmaşanê, bi qasî 300 kîlomêtreyan li rojavayê Têhranê, ew tiştê ku lê digere dibîne.

Ew amade dibe ku 22 tonna bikire, ku ew paşde dişîne WineWorks, ku di sala 2021 da wî hem sorguleke sor û hem jî gulberek birûsk hilberand. Hin ji van şûşeyan dê bi qanûnî li Ştatên Yekbûyî di bin marqeya Molana de, ku behsa helbestvan û zanyarê farisî yê sedsala 13 an Rûmî dike,bên firotan. Li ser şûşeyan wê nivîsa “Şeraba Îranê, li Ermenîstanê tê çêkirin” hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button