
Fînala 92 kîlogiramê ya pêşbirka gulaşêye M20 î ya Avropayêda ku li Îspanîyayê ber bi dawîyê diçe, cîgirê çêmpîyonê Avropayêye 23 salî bi nûnerê Tirkîyayê Mûhamêd Gîmrî alt kir û lecêda bi hesabê 3:2 ser ket.
Îboyan nava ciwanên Ermenîstanêda yê dawî bû. Tîma gulaşa azada ciwanan di şampîyonata ku li Îspanyayê hat lidarxistin madaleke zêr, 3 zîv û 2 tûnc qazanc kirine.
Ji nûnerên Ermenîstanê Lêvîk Mîkayêlyan (61 kg), Hayk Papîkyan (74 kg), Mûşêx Mikrtçyan (86 kg), Narêk Grîgoryan (79 kg) û Andranîk Avêtîsyan (65 kg) madalên tûnc qazanc kirine.
Ciwanên azad bi serkarîya werzandçî Avêtîk Vardanyan, Armên Malxasyan, Hakob Avêtîsyan û Karapêt Yêngoyan beşdarî çêmpîyonata Avropayê bûne.
Tîma gulaşa yûnanî ya ciwanan li pêşbirkên çêmpîyonata Avropayê ya 20 salîyeda mêdaleke zêr, 2 zîv û 2 mêdalên tûnc qazanc kirine. Bi hesabkirina tîmê, Ermenîstan rêza 4 emînda cîhê xwe girtîye.