H’emû nûçeSereke

Li Arsaxê hal gelekî girane: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Li Arsaxê hal gelekî girane,derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan rûpelê xweyî facebook  da nivîsîye.

Ewî bîr anîye wekî eva serê mehekêye, ku Arsax bi temamî ji şuxulkarîya hûmanîtarî hatîye qetandinê, ew bi temamî ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dorgirtinê.

“Ji 15 ê hezîranêda bi temamî anîna xurek û eşîyayên mayîne pêwîst hatîye qedexekirinê û rûyê wê yekêda jîyana 120 000 merivî bin qezîyayêdane. Duh jî Adirbêcanê çûyîn-hatina komîtêya xaçê Sor, birina dermana û nexweşa daye sekinandinê.

“Aşîtîparêz bona xwe bi helîkoptêra bara cîguhastî dikin, lê sîstêmên navneteweyî xêncî elametîya tu tiştî nakin. Civaka navneteweyî hîvîyêye, ku bi hezara meriv bimirin, bona ku paşê bi durûtî heyfa xwe bînin. Cimeta min nayê bîra tu kesî. Ez careke mayîn diwekilînim, wekî hal li Arsaxê gelekî girane”,- Gêgam Stêpanyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button