H’emû nûçeSereke

Serokwezîr sazbûna mêxanîzma navneteweyî, ya bona dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê girîng hesab dike

Biryara mehkema navneteweyî ya derheqa çareserkirina çûyîn-hatina azada, ya bi korîdora Laçînê mecalê dide ku dora pirsgirêka Qerebagê konsolîdasîya navneteweyîye mezin bidine çareserkirinê, bona ku dijî sîyaseta ji alîyê Adirbêcanêda, ya paqijkirinên êtnîkîye li Qerebagê derkevin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Vî alîda usa jî girînge, ku nava doranên mêxanîzma navneteweyîda dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtê bi rojeva çareserkirina maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagê bê çareserkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button