H’emû nûçeSereke

Tehran careke mayîn dengê xwe bilind dike

Şêwirmendê rêberê Îranêyî ruhanî derheqa wê bernamêda xeberdaye, bi kîjanê Adirbêcan gerekê Nexçêvanêva bê girêdanê û serda zêde kirîye, wekî ew gav bona parçekirina Ermenîstanêye û wê derbê bighîne berjewandîyên Rûsîyayê û Îranê. Ew yek wekî Îran dijî guhartina sînorên welatên cînare û dijî fikirdarîya sivderêye,  hê pêşda zelal bû. Nevsên Îranêye fermî girêdayî vê yekêra elametî belav kirine. Bona pêşezana pirseke başqe hewaskare, ku bona çi Têhran hema niha bi têksta vekirî derheqa wê yekêda dibêje.

Tevgirêdana di navbera Adirbêcanê û Nexçêvanêda gerekê kîsî axa ermenî neyê mîyaserkirinê.Tranzîta gazê, ênêrgîya êlêktrîkî û xebitandina rîya, meriv dikare mîyaserke û bi wê yekê jî serbixwetîya Ermenîstanê neteribîne.Derheqa wê yekêda şêwirmendê rêberê Îranêyî ruhanî Elî Akbar Vêlayatî gotîye.

Bi gotina wî, bere-bere zelal dibe, wekî nava hîmê wê bernamêda parçekirina Ermenîstanêye û pêra jî qetandina Îranê ji Ermenîstanêye, destpêka  kîjan pêwandîya jî ji sedsalên împêratorîyên dîrokî tê. Bi gotina nevsê Îranêyî fermî, pevgirêdana tevî dinîya der wê bê sînorkirinê, bi taybetî ya tevî Qafqasîya Bakûr, Rûsîyayê û alîyê Avropayê.

Şiroçîyê sîyasî Hayk Ayvazyan badîhewa hesab nake ku elametîya wî cûreyî  roja îroyîn pêwîste. Bi gotina wî, ev  yek wan gotûbêjkirinava girêdayîye, yên ku van rojên dawî li Waşîngtonê pêk dihatin û pirsên vekirina rîya dikevine nava wan.

“Elametî hatine belavkirinê, wekî serokê ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan li Waşîngtonê hevt xalên bona Ermenîstanê giran gotûbêj kirine, nava kîjanada bûye usa jî vekirina rîya wa gotî “Sivdera Zangêzûrê”.Ev yek Îranê nerihet dike.Vê mecalê Têhran çawa sivdera tirk, qebûl dike, kîjanê bibe mecala destê Rojavayê, ya dijî Rûsîyayê. Ez dixwezim bêjim, wekî heger ew rê bê vekirinê û ew bikeve bin kontrola Rojavayê, ya ku bona Rûsîyayê û Îranê pirsgirêke, çimkî projeya transportêye Bakûr-Başûr dertê ser kevîya teribandinê. Lê ji alîkî mayînva jî Rûsîya, Adirbêcan, Îran dibêjin, wekî Bakûr-Başûr gerekê Adirbêcanêra derbazbe”.

Heger ev rê ji alîyê Rûsîyayêda bê kontrolkirinê, bi gotina şiroçî, rîsk wê diha kêmbin.

Şêwirmendê Îranêyî ruhanî Vêlayatî gotîye wekî  her guhartineke sînorên li herêmê wê halê sert pêşda bîne, lê tiştê herî ku mêriv xemgîn dike, wê ewbe, ku welatên bîyanî li ser sînor hazirbin.

Ewî eşaretî daye wekî Rûsîya gerekê fesalbe û derc bike  ku her şaşîke biçûk dikare Qafqasîyayê werguhêzî deşta konkûrênsîyayê bike.

Îranzan Armên Vardanyan jî nerihetîya Têhranê çawa tiştekî sade hesab dike û hinek bûyarên derbazbûyî bîr tîne.

“Me dît, ku sala 2021 ê rîya Gorîs-Kapan hate girtinê /21 kîlomêtrên wê/ û  Adirbêcanê elam dikir ku ew axa wêye. Gavên Adirbêcanêye ewlin ew bûn, dema ku wana destpê kir şofêrên avtomaşînên îranîye barbir bigrin û bona birin-anîna barên îranî pirsgirêk çê kirin. Dêmek, ew baş fem dikin, wekî  heger ev yek bê mîyaserkirinê, Îranê bibe hewca Adirbêcanê û Tirkîyayê”.

Şiroçîyê sîyasî Hayk Ayvazyan axaftina şêwirmendê rêberê Îranêyî ruhanî ne ku çawa berbirîbûna berbi Rûsîyayê  qîmet dike, lê eşaretîyê dide Ermenîstanê.

“Diqewime ev yek cêribandine ku li ser desthilatdarîya Ermenîstanê tehsîrkin, dicêribînin hişyarkin. Ez nafikirim, wekî Îranê berbi opêrasîyona here, opêrasîyonên nava dereca hêzên sîlihkirîda”.

Bi vekirina konsûlxana xweye li Syûnîkê, bi gotina şiroçî, Têhran dicêribîne destê xwe li ser nebza xwe bigre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button