H’emû nûçeSereke

Vê demê de astenga herî mezin ya li pêşîya aştîyê kiryarên êrîşkar û neqanûnî yên Adirbêcanê ne: Paşînyan

Ermenîstanê bi şuxulê xweva  îzbat kirîye ku hukumet û gel xwedî îradeyeke rast in ku li herêmê aştîyeke bi îstîkrar pêk bînin. Hukumeta Ermenîstanê  wê baweriyê da ye ku aştîya domdar li Qafqasya Başûr dikare feydeyên girîng yên cîhanî pêk bîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  gotara xwe ya ku di kovara “Le Monde” ya fransî de hatîye weşandin de, behsa hevdîtina bi serokê konseya  Avropayê  Şarl Mîşêl û serokkomarê Adirbêcanê  Îlham Elîyêv ku di 15 ê tîrmehê de bi formatên cuda û li paytextên cuda de pêk hatîye, dawîn e.

 “Tevî ku kontûrên peymana aştîyê çêdibin, dîsa jî astengîyên girîng hene ji bo pêkanîna wê. Derbazkirina van astengîyên deh salan wê tenê bi piştgirîya  hevkarên ku bi rastî bi aştiya li Qafqasya Başûr bawer in, pêkan be”,-Paşînyan daye kifşê.

Li gorî wî, astengîya herî mezin ya li pêşîya aştîyê niha kiryarên êrîşker û neqanûnî yên Adirbêcanê li derdora Qerebaxê, bi taybetî li korîdora Laçînê û herwiha li ser sînorên Ermenîstanê ye. Korîdora Laçîn  rêya tek-tenêye ku ermenîyên Qerebaxê bi cîhana derve ve girêdide. Ji kanûnê û vir ve, Adirbêcanê bi hinceta derew ya protêstoyên hawirdorê ketina korîdorê bi tundî qedexe kiriye. Niha, Bekû hê wêdetir çûye, xaleke kontrolê ya sînorî li ber derîyê korîdorê danîne û tevgera komîteya navdewletî ya xaça Sor bi temamî asteng dike. Ev tê wê wateyê ku dabînkirina erzaq, derman û pêwîstîyên bingehîn pir tê astengkirin. Amnesty International, Human Rights Watch, parlamentoya Avropayê, meclîsa parlamenteran ya konseya  Avropayê û sazîyên din yên bi bandor li ser geşedana krîza mirovî hişyarî dan.

 “Adirbêcan bi astengkirina hatin-çûyîna gel û wesayîtan, bi zanebûn gîhandina gaz û êlêktrîkê ya Qerebaxê asteng dike. Ev kiryara han hevdem bûye li gel axaftinên tund, propaganda û heta gulebarana hêzên azerî li ser cotkarên deverê. Armanc  zelale: ji bo gelê  Qerebaxê jîyana bi qasî ku pêkan zehmet bibe û di dawîyê de wan neçar bike ku ji malên xwe  derkevin. Nimûneyek pirtûka dersê ya paqijîya etnîkî ye. Ger civaka navneteweyî bertek nîşan nede wê bibe têkçûneke din ya mirovahîyê”,- serokwezîrê  Ermenîstanê gotîye.

Li gorî Paşînyan, divê civaka navneteweyî gavên wêrek bavêje ji bo bidawîkirina dorpêçkirina Qerebaxê ya bi şêweya Sarayêvoyê.Dorpêkirina erkên Adirbêcanê yên bi qanûnî ye û ya herî girîng jî binpêkirina gelek biryarên bi vî rengî yên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ye. Di meha sibatê de, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ragihand ku Adirbêcan divê “hemû tedbîrên pêwîst bigire ji bo garantîkirina tevgera bênavber ya hemwelatîyan, wesayît û barhilgiran di nav Korîdora Laçîn de, di herdu alîyan de.”Lê belê pênc meh derbas bûn û rewş xerabtir bû. Yekîtîya Avropayê eşkere kir ku kiryarên Adirbêcanê nayên qebûlkirin. Divê Yektîya Avropayê aniha hêza xwe bikar bîne da ku zextê li Bakûyê bike wekî şirîkê enerjiyê ji bo cîbicîkirina biryara mecbûrî ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî. Parlementoya  Avropî û parlementoyên cuda yên neteweyî yên welatên endamên Yekîtîya Avropayê biryarên ku Yektîya Avropayê teşwîq dikin ku vê yekê bike, qebûl kirin.

“Krîza heyî eşkere dike ku çima mîsogerkirina maf û ewlehîya 120,000 ermenîyên  Qerebaxê li Başûrê Qafqasyayê ji bo bidestxistina aştîya domdar girîng e. Yekîtiya  Avropayê û hevkarên din yên navneteweyî xwedî rolek girîng in. Serokwezîr got, divê di navbera rayedarên hilbijartî yên dêmokratîk yên Bakû û Stêpanakêrta paytexta Qerebaxa Çîya de dîyalogeke fermî hebe, ji bo bi bandorbûna vê dîyalogê pêwîstî bi avakirina mêxanîzmayeke navneteweyî û garantîyên hevkarên navneteweyî ji bo dabînkirina ewlehîyê û bicihanîna erkan heye”.

Li gorî wî maf û ewlehîya gelên ku li Qerebaxê dijîn mijareke sereke ye ku bê çareserkirin da ku li herêma me aştîyeke bi rûmet û mayînde pêk bê. Divê pirsgirêkên din jî bên çareserkirin. Adirbêcan hîn jî qebûl nake ku sînorên navneteweyî yên pejirandî nas bike, beşek ji axa serwêrî ya Komara Ermenîstanê dagir dike û dîlên şer digire, ku ew mecbûr bûn di sala 2020 de vegerin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Torpîlkirina berdewam ya pêvajoya aştîyê divê encamên xwe hebin. Ku nebe, hêzên azêrî yên ku Qerebaxê dorpêç kirine, wê bawer bikin ku ew azadin û dikarin bê ceza tevbigerin.

Ermenîstan bi kûrayî piştgirîya  Yektîya Avropayê, bi taybetî damezrandina mîsyona Yekîtîya  Avropayê li Ermenîstanê ji kûr dinirxîne. Li gorî Paşînyan ev mijareke jîyanî ye ji bo şopandina sînorên me yên navneteweyî yên bi Adirbêcanê re, zêdekirina aramîya li ser erdê û xurtkirina bawerîyê bi kesên li navçeyên sînorî dijîn. Ev prînsîpên bingehîn yên nasnameya Ermenîstanê ne. Hukumet û gelê Ermenîstanê ji bo parastina mafên mirovan, xurtkirina serwerîya hiqûqê, azadîya medyayê û têkoşîna li dijî gendelîyê bi zanebûn rêformên sîyasî û sazûmanî meşandine. Pêşkeftina Ermenîstanê di rêzên navneteweyî de destkeftî û biryardarîya me nîşan dide û di van pêvajoyan de piştgirîya Yektîya Avropayê pir tê nirxandin. “Ev pabendbûna bênavber ya ji bo pêşerojeke dêmokratîk, alîkarîya gelê ermenî kir ku di demên dijwar de bisekine. Ji ber ku em li herêmê aştîyeke mayînda dixwazin em ê vê pabendiyê bidomînin. Niha derfetek ji bo gihîştina lihevkirinek wiha heye. Hukumeta Ermenîstanê bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye û ji bo bidestveanîna wê gavên girîng avêtine. Niha pêwîstîya me bi piştgiriya Avropayê û hevkarên cîhanê heye ku Adirbêcan jî erkên xwe bi cih bîne. Ger em bi ser bikevin, peymana aştîyê ya bi îstîqrar dikare bi rastî sûdên cîhanî bi xwe re bîne”,-Paşînyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button