H’emû nûçeSereke

Derheqa halê li Qerebagê raberî dîplomata kirine

Dîplomatên li Ermenîstanê, yên welatên der bi rêberîya wekîlên hukumata Ermenîstanê çûne Kornîzorê, li kîderê îdî serê çend rojaye ku Adirbêcan nahêle ku alîkarîya hûmanîtarî, ya ji Ermenîstanê bighîje Qerebaxê.Cîgira wezîrê pirsên xebatê û sosîyalî Anna Jamkoçyanê derheqa halê zaroka, jinên hemle, merivên yaşê xweda mezin, seqet-sûqetada xeberdaye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî  xebatên hemû îdara hatine teribandinê û halê wan meriva nava dijwarîyadane.

Xeberdan usa jî derheqa tunebûna gazê, ênêrgîya êlêktrîkî û pêtrolêda çûye.Hatîye dîyarkirinê, wekî du zarok rûyê tunebûna xurekda wefat bûne. Gilî derheqa wê yekêdane, wekî zarok rûyê wê yekêda wefat bûne, ku dayîka wan bona destanîna xurek bi pîya ji gund çûye nehîyê û li cem zaroka jî kes tunebûye.

Em bîr bînin, wekî hetanî niha cêrga  19 avtomaşînên barbir li Kornîzorê mane, kîjanada 360 tonna barê hûmanîtarî  heye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button