H’emû nûçeSereke

Adirbêcan mafê navneteweyî û hemû borcdarîyên xwe diteribîne: Marûkyan

Bi teribandina hemû  normên mafên navneteweyî, Adirbêcan îdî roja hevtaye, ku bi neqanûnî nahêle ku alîkarîya hûmanîtarîye nêzîkî 400 tonna bikeve Qerebaxê.Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan gotîye.

“Eva îdî roja 233 a ye, ku Adirbêcanê korîdora Laçînê daye girtinê û rîya tek-tenê, ya ku Qerebaxê Ermenîstanê û temamîya dinîyayêva dide girêdanê, daye girtinê, halê li wir gîhandîye xelayê û krîzeya hûmanîtarî”,- ewî rûpelê xweyî Twittere da nivîsîye.

Bi nivîsareke mayîn jî Marûkyan gotîye, wekî Ermenîstan  pêşîgirtina piştgirîya hûmanîtarî gunehkar dike.

Em banga parlamênta Avropayê, ya 15 ê adarê bîr tînin, bi kîjanê hatibû gotinê “Heger birîyara mehkema navneteweyî neyê qedandinê, wî çaxî dijî nevsên Adirbêcanêye fermî wê sanksîya bêne xebitandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button