H’emû nûçeSereke

Sekinandina komkujîya ermenîyaye li Qerbaxê pirsa pêşine: dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî

Li Qerebaxê komkujî mîyaser dibe, ya ku li gorî konvênsîyayêye ya derheqa sekinandina komkujîyê. Niha pirsa sereke ewe ku bi rîya vekirina korîdora Laçînê wê yekê bidine sekinandinê. Derheqa wê yekêda dozgerê berê, yê mehkema navneteweyî Lûîs Morêno Okampo Twittere da nivîsîye.

Hê pêşda ewî fikira xwe belav kiribû û gotibû, wekî li Qerebaxê komkujîya Ermenîya tê mîyaserkirinê.

Nava nivîsara nûda dozgerê berê bîr anîye, wekî 153 welatên beşdarên konvênsîya komkujîyê borcdarî hildane ser xwe ku komkujîyê bidine sekinandinê û wê yekê cezakin. Dikevine nava wan welata usa jî Rûsîya, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîya.

Nava vê hemtêkstêda ewî gotîye, wekî Ermenîstan berbirî şêwira ewlehkarîyê, ya Organtzeya Netewên Yekbûyî bûye bona  ku civîna ji sirêder dora halê Qerebaxê pêk bînin.Okampo daye zelalkirinê,wekî ne tenê qetilkirinên merivaye bi fîzîkî çawa komkujî tên hesabê, lê usa jî sazkirina qewilên bona mirinê.

Okampo nivîsîye, wekî qewilên wî cûreyî îdî bona ermenîyên Qerebaxê hatine sazkirinê,  ji xurek girtî hetanî hemû tiştên pêwîst nahêlin derbazî Qerebaxêbin, çimkî korîdora Laçînê hatîye dorgirtinê.Bi gotina Okampo hê mecal heye ku wan cûrên komkujîyê bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button