H’emû nûçeSereke

Desthilatdarîya Adirbêcanê dijminatîya hindava dêra ermenî aktîv kirîye:Tatoyan

Desthilatdarîya Adirbêcanê dijminatîya hindava dêra ermenî aktîv kirîye û ew  nava propaganda rêvanşîzmê û şêrda gunehkar kirîye. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêrivî berê Arman Tatoyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.

“Bi taybetî patrîyarxên ermenî û dêra Êcmîyazînê, komplêksên dêra hatine hedefkirinê.Azêrîya hetanî navê Êcmîyazînê jî guhartine.

Ev hemû tişt çawa yên azêrîya, bi taybetî yên albanî yan jî kûtînî nav dikin. Gilî him derheqa dêrên li Ermenîstanê û him jî yên Qerebaxêdane.

Dêrên wêrankirî yan jî nîvxirabkirî çawa heykelên azêrîyaye çandî tên raberkirinê, yên ku giva ji alîyê ermenîyada hatine xirabkirinê.

Ev yek dijî heyîna ermenîyaye êtnîkîye. Ev hemû tişt nava çarçoveya propaganda derew, ya bi navê “Adirbêcana Rojavayê” tê kirinê, dikeve nava kîjanê temamîya Ermenîstanê.

Armanca desthilatdarîya Adirbêcanê tiştekî başqeye.Adirbêcan bi gotinên agrêsîv pêşda tê, û dicêribîne dêra ermenî bêhurmetke. Desthilatdarîya Adirbêcanê ne tenê li welêt, lê usa jî li derva hewil dide, ku dijî ermenîya dijminatîya dînî bide gurkirinê.Serokê Adirbêcanê îdî çend cara bangî dinîya musulmanîyê kirîye ku heyfê ji ermenîya hildin û Ermenîstan nava îslamafobîyayêda gunehkar kirîye.

Bi rastî ermenî bi sedsala tevî gelek cimetên dinîya îslamê jîtine û niha jî çawa dostên wan dijîn”,- ewî  nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button