Parlamêntvanê Avropayê bangî Yekîtîya Avropayê û ŞAY ê dike ku cedandinên xwe bidine çendbarekirinê bona ku bo ermenîyên Qerebaxê helkirina qebûlkirinê bibînin
Parlamêntvanê Avropayê, raportkirê pirsên Ermenîstanê Andrêy Kovaçyêv difikire wekî Yekîtîya Avropayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê hukumê xwe bidine xebatê bona ku Adirbêcan korîdora Laçînê bide vekirinê û çûyîn-hatina aza bide çareserkirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê avropî li Bryûsêlê gotîye miqaledarê “Armênprêss” ê û serda zêde kirîye, wekî sîyaseta Adirbêcanê alî sazbûna atmosifêra aminayê nake. Kovaçyêv daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê Adirbêcanêda qedirnegirtina elametîya sala 2020 î tiştê qebûlnekirinê û şermezarkirinêye.Bi gotina wî, dewsa wê yekê ku Adirbêcan hemû dîlên ermenî paşda vegerîne, ew merivên nû digre. Parlamêntvan gotîye wekî du prînsîpên destanî, yên nava çarçoveya koma Mînskêda nayêne qedirgirtinê: qewat tê xebitandinê û mafê xweqirarbûnê nayê hesabhildanê.
“Gerekê hukumî ser Adirbêcanê bikin, ku ew korîdora Laçînê bide vekirinê, ya ku di navbera Ermenîstanê û Qerebaxêda rîya tek-tenêye”,- Kovaçyêv gotîye.