H’emû nûçeSereke

Em îdî nikarin hêvîdarbin ku Rûsîyayê me biparêze: serokwezîrê Ermenîstanê hevpeyvîn daye  rojnama  POLITICO  ê

Şerê Ûkraînayê dide kifşê, wekî Ermenîstan îdî nikare gumana xwe bide ser Moskvayê, çawa garanta ewlehkarîya wê, bi taybetî hema wî çaxî dema ku tirs heye wekî Adirbêcan dikare paşda vegere nava dew û dozê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî POLITICO  ê / gotîye.

Li gorî înformasîyona rojnamê, Paşînyan ev rexnekirin bona wê yekê kirîye ku Rûsîya nikare li Qafqasîyayê bibe polîsîya li vir û tê texmînkirinê, wekî Moskva tehsîra xwe unda dike û pêra jî statûsa dewleta mezin tê bêjî unda dibe.

Wextê şerê sala 2020 î Ermenîstanê li ber Adirbêcanê bi piştgirîya Tirkîyayê şer kir û rûyê wî şerîda bi hezara meriv hatine kuştinê, lê piştî wî şerî aşîtîparêzên rûs hatine cîhwarkirinê. Niha Rûsîya bi temamî ketîye nava şerê Ûkraînayê, bo wê yekê jî li Yêrêvanê şikberin ku gelo eskerê rûsa dikare aşîtîya li Qafqasîyayê xweyke. Ew yek xemgînîye, çimkî ew hemû qezîya hene, wekî Ermenîstan dikare şerê tevî Adirbêcanê bona Qerebaxê destpêke.

“Nava encamê bûyarên li Ûkraînayê, mecalên Rûsîyayê hatine guhartinê”,-Paşînyan gotîye.

“Stratêcîya me niha gerekê ewbe ku em bicêribînin nava vî halîda girêdana meye ji welatên mayîn bê kêmkirinê.Em dixwezin ku welatê me serbestbe, lê gerekê rêyên me hebin, ku em nekevine nava merkeza pevçûyînên Rojavayê û Rojhilatê, Bakûr û Başûr…”,- serokwezîr gotîye POLITICO ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button