
Destpêbûna opêrasîyonên leşkerîye li Dêyr Zorê, wê berî her tiştî bersiva berjewandîyên DAÎŞ ê bide. Derheqa wê yekêda sênatorê amêrîkî Bob Mênêndês gotîye.
Sênator bangî hemû alîya kirîye ku gava biavêjin bona ku halê pêşdahatî bidine milahîmkirinê.Ewî derheqa rola Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda, ya nava şerkarîya dijî DAÎŞ ê xeberdaye û derheqa hevkarîya tevî wanda daye dîyarkirinê.
Piştî bêterbyetîyên van axirîya, wextê kîjanê nêzîkî 90 merivî hatine kuştinê, fermnadarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî soz daye ku wê destbi helkirina pirsgirêkên binelîyên erebe li Dêyr Zorê bikin.Ewî gotîye, wekî ew rastî serokeşîrên cîh hatîye û guhdarîya hîvîkirinên wan kirîye bona ku bi deha şerkara aza berdin, yên ku wextê wan bêterbyetîya ji alîyê Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatine girtinê.