H’emû nûçeSereke

Bilêvkirina navê Ermenîstanê di nivîseke ku ne girêdayî Ermenîstanê ye, hîpotêza min rewa dike:Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di nivîseke ku bi Ermenîstanê re ne eleqedar e, behsa navê Ermenîstanê dike, di derbarê agirbesta li Qerebaxê de, hîpoteza rast dide, nirxandina ku yek ji armanca êrîşa li dijî Qerebaxê tevlîbûna Komara Ermenîstanê ye, di operasyonên leşkerîde.

Li gor nûçeya “Armenpress”ê, Paşînyan di weşana zindî de helwestek wiha anî ziman.

Di nivîsê de behsa hêzên çekdar yên Komara Ermenîstanê tê kirin, û behsa yekîneyên mayî yên hêzên çekdar yên Komara Karabaxê tê kirin. Lê belê Ermenîstanê gelek caran ragihandiye ku ji tebaxa 2021 ê vir ve artêşa Ermenîstanê li Qerebaxê namîne.

 “Binavkirina navê Komara Ermenîstanê  di nivîseke ku tu eleqeya wê bi Komara Ermenîstanê re tune ye, hîpotez, nêzîkatî û nirxandina min ya duh ku yek ji armanca êrîşa li dijî Qerebaxê ewe ku komara Ermenîstanê bikeve nav operasyonên leşkerî, rewa dike. Helbet ji bo min nirxandinek eve ku ger mimkûn bû ku  Komara Ermenîstanê beşdarî operasyonên leşkerî bibe, divê hedefa wê ya kûr serxwebûn û serweriya Ermenîstanê be”.

Bi her halî haydarî tiştên qewimîne û dê berdewam bin li ser şopandina pêşveçûnan.

Paşînyan destnîşan kir ku niha mijara herî girîng ew e ku mafê ermeniyên Qerebaxa Çiya ku di malên xwe de bijîn bi temamî ji aliyê Fêdêrasyona Rûsyayê ve bê dabînkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button