H’emû nûçeSereke
Fransîya hişyarîyê dide Adirbêcanê ku yekparçebûna axa Ermenîstanê nikare bê gumankirin

Fransîya hertim piştgirî û piştgiriya çareserîya bo hevraxeberdana dike, ku mafê ermenîyên Qerebaxa Çîya heye di nava aştîyêda bijîn, di heman demêda em rêzê li dîrok û çanda wan digirin, wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê berîya civîna konsêya ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Ûkraynayê gotîye.
“Em Adirbêcanê berpirsê çarenivîsa gelê Qerebaxê dibînin”,-wezîra karên der gotîye.
“Emê pir hişyarbin ji bo ku bûyarên heyî wek hincet bikar bînin û yekîtîya axa Ermenîstanê bike bin şikê”,- Kolona wezîr elam kirîye.