H’emû nûçeSereke

Paqijkirinen êtnîkîye li ber çevê Avropaye gereke ji alîye sîyaseta Avropayeye derda bêne hesabhildanê

Yekîtîya Avropayê gerekê li ser wê yekê guhdarîya xwe bide merkzekirinê, wekî jîyanên merivê li Qerebaxê bêne parastinê. Gerekê usa nebe, ku paqijkirinên êtnîkî li ber çevê Avropayê neyêne hesabhildanê.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda raportkira pirsên Adirbêcanê Jêlyana Zovkoyê  li parlamênta Avropayê gotîye.

Bi gotina parlamêntvanê dîplomatîya pêşîgirtinê ji alîyê avropîya û usa jî ji alîyê civaka navneteweyîda hatîye teribandinê.Hemûya jî zanibû wekî ev hemû tişt wê biqewimîya.

“Em gerekê li ber desthilatdarîya avtorîtar berbi berdaxustina neçin.Berî her tiştî gerekê wan meriva cezakin û fermanên girtinê elamkin bona wan hemûya, yên ku paqijkirinên êtnîkî mîyaser dikin, çimkî em nikarin tiştekî usa biwekilînin, çi ku gelek sal pêşda li Balqana qewimî”,- Zovkoyê  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button