Heger rewş xirab bibe, Yektîya Avropayê amadeye ku gava bavêje: bi destê zorê cîşihitandina welatîya wê bersiveke tund bistîne: Borêl
Bi destî zorê cîşihitandina binelîyên sivîl ji Qerebaxa Çîya, bi rêyên leşkerî yan jî yên din, wê bersiveke tund ji alîyê Yekîtîya Avropayê bistîne, Yektîya Avropayê amadeye ku kiryarên guncaw bike, heger rewş xirabtir bibe.
Li gorî nûçeya “Armenprêss”ê, nûnerê bilind yê kar û barên der û ewlekarîya Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl di daxuyanîya xwe ya li ser geşedanên li Qerebaxê bal kişand ser vê yekê.
“Yekîtîya Avropayê opêrasîyonên leşkerî yên Adirbêcanê yên li dijî gelê ermenîyên Qerebaxa Çîya şermezar dike û ji bo qurbanî û windahîyên ku ji ber vê alozîyê derketine xemgîn dike”,- nava elametîyêda hatîye gotin.
“Yektîya Avropayê bang li Adirbêcanê dike ku rê bide gihîştina mirovahî ya bi lez û bê asteng ji bo nifûsa hewcedar, di navda vekirina tam ya korîdora Laçînê, li gorî biryarên dadgeha navneteweyî ya sibat û tîrmeha sala 2023 a. Divê aktorên mirovahî karibin bi azadî tevbigerin. Yektîya Avropayê û welatên endamên wê amadene ku alîkarîyên mirovî yên lezgîn raber bikin. Yektîya Avropayê bang li Bakûyê û ermenîyên Qerebaxê dike ku demildest bikevin nava dîyalogeke berfireh û zelal”,-Borêl daye kifşê.
Yektîya Avropayê tekez kir ku Adirbêcanê berpirsîyarîya dabînkirina maf û ewlehîya ermenîyên Qerebaxa Çîyaye, di nav de mafê jîyana li malên xwe bêyî tirsandin û cihêkarîyê.
“Bi destê zorê cîşihtandina binelîyên sivîl, bi rêya leşkerî yan jî rêyên din, wê bersiveke tundî ji Yektîya Avropayê bistîne. Di daxuyaniyêda hat gotin, wekî Yektîya Avropayê amadeye ku ji bo rewşa zêdetir xirabtir tevbigere”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Yektîya Avropayê piştgirîya xwe ya ji bo yekparçeyîya axa Ermenîstank û Adirbeycanê dubare kirîye.