H’emû nûçeSereke

Îzbatbûna agirbesta li Qerebaxê nade kifşê wekî pirsa  tevlîkirina Ermenîstanê ya tevî opêrasîyonên leşkerî rojeva Adirbêcanêda nîne: serokwezîr

Îzbatbûna agirbesta li Qerebaxê nade kifşê wekî pirsa  tevlîkirina Ermenîstanê ya tevî opêrasîyonên leşkerî rojeva Adirbêcanêda nîne, yan jî armanca wê nîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Serokwezîr bîr anîye, wekî hema roja êrîşêye ewlin ya dijî Qerebaxê ewî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê û gotîye wekî armanceke vê pêvajoyê hema ewe, ku Ermenîstanê tevlî opêrasîyonên leşêkerî bikin.

“Armanca vê yekê usa jî ewe, ku li Ermenîstanê krîzeyê sazkin.Îzbatbûna agirbesta li Qerebaxê nade kifşê wekî pirsa  tevlîkirina Ermenîstanê ya tevî opêrasîyonên leşkerî rojeva Adirbêcanêda nîne”,- Paşînyan gotîye.

Ermenîstan beşdarî hevraxeberdanên bona qewilên agirbesta li Qerebaxê îzbatbûyî  û beşdarî gotûbêjkirinê nebûye.

“Em haj pê hebûne, wekî pêvajoya wî cûreyî heye, lê em beşdarî wê yekê nebûne. Ez usa jî ecêbmayî mame wekî li wir tê bîranînê, ku gerekê hêzên Ermenîstanê ji Qerebaxê derxin.Lê me gotîye wekî li Qerebaxê eskerê Ermenîstanê tunene”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button