H’emû nûçeSereke
Ji 60 î zdetir parlamêntvanên Avropayê berbirî Borêl bûne û dew kirine ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê
Ji 60 î zêdetir parlamêntvanên Avropayê gihîştine seroka komîsîya parlamênta Avropayê, ya ewlehkarîyê û parastinê Natalî Lûazoyê û dew kirine ku bona êrîşa dijî cimeta Qerebaxê dijî rêjîma Elîyêv sanksîya bidine xebatê.
Nava nama ser navê wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pirsên der û ewlehkarîyê Jozêp Borêl, parlamêntvan dipirsin ku qulixdarîya Avropayêye karên der wê çi cûreyî bersiva êrîşa Adirbêcanêye ser Stêpanakêrtê bidin.