H’emû nûçeSereke
Kongrêsmênê ŞAY bang dikin ku ermenîyên Qerebaxê bi mandata Organîzeya Netewên Yekbûyî biparêzin

Ji 40 î zêdetir kongrêsmênên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî desthilatdarîya Baydên kirine ku li şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya ewlehkarîyê gavên konkrêt bona sazkirina mandatê û mîsîya aşîtîparêzîyê biavêjin, bo ku 120 000 ermenîyên Qerebaxê ji komkujîya li Adirbêcanê biparêzin.
“Em dighîjine hevkarên xwe, yên kongrêsê û bangî Baydênê serok dikin bona ku cedandinên xwe bidine xebatê ku nava çarçoveya şêwira ewlehkarîyêda,ya Organîzeya Netewên Yekbûyî mandatê amadeke bona ku ermeîyên Qerebaxê ji komkujîya rêjîma Elîyêv biparêzin”,- serokê komîsîya data Ermenî, ya li Amêrîkayê Aram Hambaryan gotîye.
Nama kongrêsmêna berî civîna şêwira organîzeyê 21 ê îlonê gihîştîye cî.