H’emû nûçeSereke
Adirbêcan dijî binelîyên Qerebaxêye sîvîl têrora înformasîyon mîyaser dike: parêzerê Qerebaxêyî mafên mêriv
Ofîsa parêzerê Qerebaxêyî mafên mêriv gelek înformasîya distîne, kîjanada derheqa têrora înformasîyonda, ya dijî binelîyên Qerebaxêye sîvîl tê dîyarkirinê.
“Kanalên Adirbêcanêye Telegram ê piştgirîya wê yekê dikin ku merivên li Qerebaxê bêser-berate undabûyî bibînin, bikujin, bizêrînin û bişuhurînin. Bona wê yekê ew pera pêşnîyar dikin. Gelek malbetên wan meriva, yên ku bêser-berate unda bûne, nava halê pisîxolocîye girandanin û ew dibêjin ku Adirbêcan têrorê hindava wan dike û bi têlêfonkirina wana ditirsîne. Ev yek dîsa cûrekî hiznekirina êtnîkîye, ya ku dide kifşê wekî garantîya ewlehkarîya binelîyên sîvîl tune, heger bikevine bin kontrola Adirbêcanê”,- mîkrobloga X ê da ya ofîsa parêzerê Qerebaxêye mafên mêriv, hatîye nivîsarê