H’emû nûçeSereke
Pejirandina statûta Romayê dijî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, yan jî Rûsîyayê nîne: Nîkol Paşînyan
Pejirandina statûta Romayê wê mecalê bide Komara Ermenîstanê ku nava îşê çareserkiina ewlehkarîya derda usa jî mecalên mehkema navneteweyî bidine xebatê.
Birîyara derheqa qebûlkirina statûta Romayê me kanûna sala 2022 a qebûl kir, dema ku me hemûyara zelal bû, wekî mecalên hevkarîya tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û hevkarîya ermenîya-rûsaye stratêcî bona çareserkirina ewlehkarîya Ermenîstanêye der bes nînin.
Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan nava axaftina xweda daye dîyarkirinê.
Bi gotina wî, birîyara derheqa qebûlkirina statûta Romayê dijî organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv yan jî Rûsîyayê nîne, ew yek gorî bejewandîyên ewlehkarîya meye dere û birîyara wî cûreyî mafê serbixwetîya meye.