H’emû nûçeSereke

Bona ku Bekû sozdayînên xweye derheqa Qerebaxêda xweyke, monîtorînga navneteweyî pêwîste

Meriv li Qerebaxê rastî krîzeya hûmanîtarîye giran û bêaminîya mezin hindava pêşerojêda hatine. Derheqa wê yekêda organîzeya mafparêz  Human Right Watch ê daye dîyarkirinê.

Înformasîyayên nû derheqa wê yekêda tên stendinê, wekî gelek ermenîyên li nehîyên çîya dûrketine.Gilî derheqa piştî opêrasîyona Adirbêcanêye leşkerîdane. Diqewime hinek meriv wê nikaribin herine Ermenîstanê, lê ewên ku herin jî wê rastî yazîya çi cûreyî bên?

Piştî dorpêçkirina bi meha, roja şemîyê alîkarîya hûmanîtarî gihîşte Qerebaxê, lê gerekê bîr nekin wekî li wir pêwîstîyên mezin hene, yên ku nava meha berev bûne, çimkî ji alîyê Adirbêcanêda korîda Laçînê hatibû girtinê.

Serokatîya Adirbêcanê dibêje, wekî hemû mafên wan meriva û ewlehkarîya wan wê bêne parastinê, lê piştî dorgirtina  ewqas meha û piştî dew û doza  bi deha sala dijware bawarîya xwe wê yekê bînin. Monîtorînga navneteweyî pêwîste bona ku Bekû sozdayînên xwe xweyke.

 Heger desthilatdarîya Adirbêcanê gavên anegor nevêje, meriv tê ser wê fikirê, wekî ew bi zanebûn dicêribînin jîyana ermenîya usa xirab bikin, ku ew tenê derheqa ji wir derketinêda bifikirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button