Civaka Ermeniyên Îraqê bang li rayedaran dike ku di parlêmentoya vî welatîda cihekê ji wanra veqetînin
Ermenî xwe di warê bidestveanîna mafên xweda bêpar dibînin û bang li rayedarên Îraqê dikin ku di parlêmentoyêda ji ermenîyanra û ji kêmneteweyên dinra jî kursîyan veqetînin.
Ermenî /li Îraqê/ xwedî hebûneke dirêj û dîrokîne. Ji ber ku em li vî welatî dijîn, me Îraq wek welatê xwe hesab dikin . Nûnerê Dêra Ortodoks ya ermenîyan li Bexdayê Hakob Sûxahakayan ji Rûdawê re got, ji bo ku ermenî di sîstema dengdanê ya parlamentoyê de bibin beşek ji xiristîyanan, danûstandin tên kirin.
Heta sala 2004 a nêzîkî 350 malbatên ermenî li Besrayê dijîtin. Hejmara wan daket 150 î. Ji 120 malbatên ku berê li Mûsilê dijiyan, niha tenê sê malbat mane û hejmara ermenîyên li Bexdayê ji 6000 î daketîye 500 î. Sedem şerên berdewam, bêîstîqrarî û tundîya li dijî komên kêmneteweyîye.
“Em hertim daxwaza aramî, aştî û ewlehîyê dikin, berî her tiştî ji bo îraqîyan û piştre jî ji bo hemû cîhanê. Em naxwazin şer derbikeve, ji ber ku ji bo her welatekî encamên wê ji xeynî wêrankirinê ne tiştekî dine”.
Berevajî beşên din yên Îraqê, Kurdistan bûye penageheke ewle ji bo ermenî û kêmneteweyên din yên ku ji koçberî û tundûtûjîyê li deverên din rizgar bûne. Ji sala 2014 a, dema ku “Dewleta Îslamî” (DAİŞ) serê xwe bilind kir, hejmara ermenîyên ku li Kurdistanê penaber bûne ji 1,500 î gihîþtîye 3,000 î.
Di makezagona Kurdistanê de ermenî wek hindikahiyeke etnîkî tê naskirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û kursiyek parlementoyê ji wan re hatiye dayîn.
Li Kurdistanê şeş dêrên ermenîyan, li parêzgeha Duhokê 4 û li Hewlêr û Kerkûkê jî yek dêrên ermeniyan hene.
Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujîya Ermenîyan li dêrên Ermeniyan bîranîn hene.