Înstîtûta Lêmkîn wê tu cara îzinê nede rêberên hemcîhanî ku ew neheqîya xweye nava karê tunekirina cimeta çar hezar saleda bîr bikin

Înstîtûta Lêmkîn wê tu cara îzinê nede rêberên hemcîhanî ku ew neheqîya xweye nava karê tunekirina cimeta çar hezar sale û sîvîlîzasîyayê bîr bikin. Elametîya vî cûreyî rûpelê X ê da, yê înstîtûtêda hatîye belavkirinê.
“Ne li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ne li Yekîtîya Avropayê, ne li NATO ê, ne li Organîzeya Netewên Yekbûyî gotina “pêşîgirtina komkujîyê” tune, nenihêrî wê yekê wekî wextê dersa, sîmpozyûma û kitêbada derheqa wê yekêda tê nivîsarê.Em hêvîdar bûn wekî nava vî wedeyîda wê dengekî mêranî bihata bihîstinê, yê ku wê gava rast biavîta”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî li dinîyayê roja îroyîn rêberên rast tunene, lê yên ku hene jî natirsin, wekî rojekê ewê bibine hedefeke wî cûreyî û hemû merivên dinîyayê gerekê bibin yek û pêşîya vê yekê bigrin, çimkî li ser vê rê hemû tişt tê tunekirinê.
Ji înstîtûta Lêmkîn bangî hemûya dikin ku bibin yek bona ku ev tabîya dinîyayê şaş bidine guhartinê.