H’emû nûçeSereke

Li cîhên Qerebaxêye cuda-cuda 106 cinyaz hatine dîtinê, wezîreta Qerebaxêye karên hundur

Xebatên lêgerîna wan meriva, yên ku wextê opêrasîyonên leşkerî hatine kuştinê û bêser-berate unda bûne, berdewam dibin. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Qerebaxêye karên hundur elam kirine.

 Hatîye dîyarkirinê, wekî bi beşdarîya xebatkarên organên anegor xebatên lêgerîna wan meriva  ji 21 ê îlonêda  li temamîya Qerebaxê berdewam dibin.

 Ji 21 ê îlonêda destpêkirî 106 cinyaz hatine dîtinê.Nava wanda him qulixçîyên leşkerî û him jî binelîyên sîvîl hene. Xêncî wê yekê birîndar jî hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button