SerekeSîyasî

Li Dêyr Zorê pevçûyîn: 25 kuştî, 42 birîndar

Rêxistina mafên mirovan, ya li Sûriyê, SOHR-ê ragîhandiye ku Dêyr Zor bûye deşta şêr. Li gorî raportên raberkirî, wextê pevçûyînên di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên ku hukumeta Sûrîyê piştgirîya wan dike, 25 kes hatine kuştinê.

Li gorî SOHR-ê, 42 kes birîndar bûne, ji kîjana 4 meriv yên sîvîlin. Di nava refên Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda 3 şehîd hebûne.

Roja sêşemê Hêzên Sûrîya Dêmokratîkra li hev hatîye kontrola ser bajarê Tîbanê bidine dasekinandinê.Ev açixî bû encama cîhwarbûna hêzên kurdaye li vê nehîyê serhevda hatîye.

Ev yek roja duşemê destpê bû, dema ku serhildêrên cîh êrîş birine ser çeper û xalên leşkerî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button