SerekeSîyasî

Adirbêcan dide bawarkirinê, wekî armanca wî tune ku ew bikeve axa Ermenîstanê, ya bona sazksirina korîdora li başûrê Ermenîstanê

Şêwirmendê serokê Adirbêcanê Hîkmêt Hecîyêv gotîye ajansa  Reuters ê  wekî Bekû tenê dixweze nava Ermenîstanêra tevgirêdana transportêye tevî Nexçêvanê hebe, bi kîjanê çawa ku ew dibêje, herdu welat û temamîya herêmê wê karêkevin.

“Armanca Adirbêcanê tune, ku ew bikeve axa Ermenîstana serbixwe. Ew yek ji rojeva Adirbêcanê dere”,-  ewî goîtîye  Reuters ê.

“Pêşnîyara me çêkirina xetên pêwandîyaye û ew yek bi rîya edile”,- ewî li Bryûsêlê gotîye, piştî hevraxeberdanên tevî sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan û nevsên avropîye fermî.

Şirovekirinên Hecîyêv piştî hevraxeberdanên Êrdogan û Elîyêv hatine belavkirinê, wextê kîjana ewî derheqa pêrspêktîva korîdora li ser erdê dabû kifşê, bi kîjanê Adirbêcanê Tirkîyayêva bihata girêdanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button