Ermenîstanê birîyar kirîye nava Ornanîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda baylozê xwe kifş neke
Piştî paşdagazîkirina wekîlê Ermenîstanêyî nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda Vîktor Bîyagov, Yêrêvana fermî birîyar kirîye ku dewsa wî tu kesî kifş neke. Li gorî kanîyên Factor.am ê dewsa wê qulixê wê vala bimîne.
Vîktor Bîyagov 5 ê îlonê paşda hatîye gazîkirinê û çawa baylozê Ermenîstanêyî li Nîdêrlanda hate kifşkirinê. Derheqa birîyara Ermenîstanêda tu tişt nayê şirovekirinê.
Nerazîbûna ermenîyaye ji Rûsîyaêy û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wî çaxî hate kifşê, dema ku agrêsîya dijî axa Ermenîstanê hate mîyaserkirinê, lê Rûsîya û organîzeyê borcdarîyên xwe neqedandin û piştgirî nedane Ermenîstanê.
Ev nerazîbûn piştî girtina korîdora Laçînê diha zêde bû. Ew yek usa jî piştî êrîşa ser Qerebaxê hate kifşê. Cîgirê serokê komîsîya parlamnêta Ermenîstanêye parastinê û ewlehkarîyê Armên Xaçatryan gotîye, wekî ew nafikire, ku niha bi lez û bez derketina ji organîzeyê wê karê bide.