ÇandSereke

Nava encamê şerê Qerebaxêda civakake mesîhîtîyêye kevinar hatîye wêrankirinê

Nava encamê şerê Qerebaxêda civakake mesîhîtîyêye kevinar hatîye wêrankirinê.Gelek dêrên dinîyayêye kevinar niha li ber qezîya wêranbûnê sekinîne. Derheqa wê yekêda nava elametîya organîzeya hemcîhanî, ya mesîhîtîyê hatîye gotinê.

“Piştgirîya meye hindava cimeta ermenî, miletê mesîhîyî ewlin, berdewam dibe. Me alîkarîya lez bona 120 000 cimeta Qerebaxê şandîye. Rîya wane berbi jîyîna li cîhekî mayîn wê dirêj û dijwarbe. Bona razîkirina van hewcetîya, em li Ermenîstanê tevî hevkara dixebitin. Em usa jî dora dasekinandina merkeza Kêrolayn Koksêye li Ermenîstanê xeber didin. Ji 20 salî zêdetire ku ev merkeza modêrn alîkarîyê dide seqet û birîndarên şerên li Qerebaxê.Xwedê bike ku ev îş berdewambe.

Qezîya hindava cimeta ermenî hê heye.Komkujîya ermenî bi êtapa sala 1894 a da qewimîye.Îdêolojîyayên îslamî û pantûrkîzmêye rasîstî tê bêjî dewê dikin ku vê cimeta mesîhîyî bidine tunekirinê. Tirkîya û Adirbêcan îdî gavên bi qezîya hindava başûrê Ermenîstanê diavêjin, lê propaganda dewleta Adirbêcanê ew beşa Ermenîstanê çawa “Adirbêcana Rojavayê” elam kirîye û gotîye wekî ewê vegerine wir”,- nava elametîya organîzeyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button