H’emû nûçeSereke

Xirabkarîyên Bekûyê û Enqerê rûyê tirsonektîya Yekîtîya Avropayê û bi saya berdaxustina hatine mîyaserkirinê: Valêrî Bûayê

Piştî undabûna Qerebaxê êrîşên dijî Ermenîstanê wê bêne mîyaserkirinê. Derheqa wê yekda sênatora Fransîyayê Valêrî Bûayê mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.

“Tirk û azêrî ji xirabkarîyên xwe nexweş bûne, ew nayêne cezakirinê û ewê êrîşê bibine ser Qibrisê, adên yûnanî. Derheqa wê yekêda ew dibêjin. Tiştê ecêbmayînê nîne, wekî xirabkarîyên wan bi saya tirsonektîya Yekîtîya Avropayê û berdaxustina hatine mîyaserkirinê”,- Bûayê gotîye.

“Roja îroyîn Qerebax bona ermenîya unda dibe, sibê ew yek wê dijî Ermenîstanêbe. Îzina hemû kesî tune, ku ji Qerebaxê derkevin.Azêrî ermenîya cuda dikin, yên ku dikarin herin, yên ku nikarin.Adirbêcan wan ermenîya çawa dîl xweyî dike bona ku bide mecbûrkirinê, ku derheqa xirabkarîyên wane leşkerîda dengê xwe nekin, parevekirina Ermenîstanê qîmetke û paqijkirina êtnîkî bi temamî mîyaserke.

Fransîya bona Ermenîstanê diha zêde dike, ne ku yên mayîn. Feqet Fransîya gerekê avropîyên mayîn jî bîne ser wê fikirê, ku beşdarbûna xweye tevî xirabkarîya Adirbêcanê bidine sekinandinê, lê sênat jî gerekê dengê xwe bide qebûlkirina sanksîyayên dijî wî welatê rasîstî”,- Bûayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button