H’emû nûçeSereke
96 kongrêsmênên amêrîkî bangî admînîstrasîya Baydên kirine ku dijî Bekûyê sanksîya bidine xebatê

Koma ji Sênat û Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya ji 96 endama bangî sêkrêtarê dewletê Êntonî Blînkên û wezîra fînansa Canêt Yêlênîyê kirine ku dijî Bekûyê bona dorgirtina 120 000 binelîyên Qerebaxê û êrîşa, sanksîya bidine xebatê. Derheqa wê yekêda komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê elam kirîye.
“Ev kirin teribandina mafên mêrivin û bi destê zorê teşkîlkirina dew û dozêne, bi kîjana êrîşê dibin ser qîmetîyên amêrîkî.Cabdarên bona teribandina mafên mêriv gerekê ji alîyê Ştatên Yekbûyîda li ber cabdarîyê bisekinin”,- namêda hatîye gotinê.