Gelo wê çi biqewime dema ku piştî îzbatkirina statûta Romayê serokê Rsîyayê bê Ermenîstanê? : Kîrakosyan dide zelalkirinê

Wekîlê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqîya navneteweyî Yêgîşê Kîrakosyan daye zelakirinê ku piştî îzbatkirina statûta Romayê wê çi bibe, heger serokê Rûsîyayê bê Ermenîstanê.Çawa ku “Armênprêss” ê ragîhandîye, ewî gotîye rojnamevana, wekî serokên dewleta bi îmûnîtêta cudane.
“Ez nafikirim, ku derheqa girtinêda dikare xeberdan hebe.Ew helkirin, yên ku li ser hîmê xala statûta Romayêye 96 a ne, hevkarên meye rûsra hatine pêşnîyarkirinê.Ew yek têra dibîne ku qayîlnivîsara dualî bê îmzekirinê, ya ku mecalê dide ku bona wan nerihetîya sazkin, kîjan li cem hinek welatên hevkar hene.Ew têksta çend meh pêşda hatîye raberkirinê, em hîvîya pêşnîyara hevkarên xwene”,- Kîrakosyan gotîye.
Ewî nikaribû bigota, ku bona çi alîyê rûsa bersiva wî cûreyîye sert didine îzbatirina statûta Romayê.Kîrakosyan daye dîyarkirinê, wekî dora wê pirsê helkirin hene.