H’emû nûçeSereke
Wextê civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê wê pirsên derheqa Qerebaxê û Ermenîstanêda bêne gotûbêjkirinê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li Dûblînê rastî serokê civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê, Tînî Koks hatîye.
Bi hîvîkirina Tînî Koks, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan halê li Qerebaxê, ermenîyên li wir, pêpeskirina mafên wan raber kirîye.Ewî gotîye, wekî gelek meriv ji Qerebaxê cîguhastî Ermenîstanê dibin û hukumata Ermenîstanê bi qewata xwe piştgirîyê dide wan û serda zêde kirîye wekî pêwîste ku welatên dost piştgirîyê bidin.Hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan hemû cedandinên hevkarên navneteweyî hesab hilnade.
Tînî Koks daye dîyarkirinê, wekî wextê civîna payîzê wê pirsên derheqa Qerebaxê û Ermenîstanêda bêne gotûbêjkirinê.