H’emû nûçeSereke

Adirbêcan ji totalîtarîzma Sovyêtê derbazî dîktatorîya piştî Sovyêtê bû: The New Yorker

Hevtîya derbazbûyî şerê 35 sale careke mayîn destpê bû. Bi seda meriv hatine kutinê. Derheqa wê yekêda rojnama The New Yorker ê da  Maşa Gêsêna rojnamevan nivîsîye.

“Dinîyayê guhdarîya xwe daye ser şerê li Ûkraînayê û ew yek nedît.

19 ê îlonê Adirbêcanê destpê kir bajar û baregehên leşkerîye li Qerebaxê bide ber bomba. Nava rojekêda komara ku xwe serbest elam kiribû, teslîm bû. Leşkerên rûs, yên ku li wir bûn bona ku pêşîya tiştên wî cûreyî bigrin, ber xwe nedan. Şirovekirina wê yekê ew bû, wekî ew yek nişkêva bû, lê bi texmîn Rûsîyayê qayîlîya xwe dabû wê yekê”,-miqaledarê nivîsîye.

“Adirbêcan ji totalîtarîzma Sovyêtê derbazî dîktatorîya piştî Sovyêtê bû.Vî welatî pêwandîyên dîplomatî, êkonomîkî û leşkerî tevî Tirkîyayê û Îsrayêlê îzbat kirin û ew nava gavên dijî Îranê û wan welata çawa tifadarên xwe hesab dike”,- Gêsênê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button