H’emû nûçeSereke

Serokê Adirbêcanê Elîyêv gerekê ber cabdarîyê bê sekinandinê: Alfrêd Dê Zayas

Pêşezanê berê, yê şêwira pirsên navneteweyî yê Organîzeya Netewên Yekbûyî Alfrêd Dê Zayas agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê gunehkar kirîye.

“Heger doktrîna “Cabdarîya parastinê” tiştekî dide kifşê,wî çaxî ew yek derheqa bûyarên ji sala 2020 î dane, yên li Qerebaxê, li kîderê ew trajêdî qewimîye.

Doktrîn norma mafê navneteweyîye û ew yek ji sala 2005  a da bi înîsîyatîva Orgasnîzeya Netewên Yekbûyî hatîye pêşdakişandinê.Ew ji çend prînsîpaye.

Sala 2020 î agrêsîya Adiribêcanêye neqanûnî, wextê kîjanê xirabkarîyên dijî merivatîyê hatine kirinê, berdewama komkujîya împêratorîya osmanîye.Ev yek gerekê ji alîyê mehkema navneteweyîda, li gorî statûta Romayê bê lêpirsînê.Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gerekê gunehkarkin û li ber cabdarîyê bidine sekinandinê. Xirabkarîyên wî cûreyî nikarin bêceza bimînin”,- pêşezan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button