Civaka navneteweyî gerekê zelal bide kifşê wekî li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî pêk hatine:Xandanyan

Pirsa desthilatdarîya Ermenîstanê ewe, ku ew pirsên sosîyalî, yên ermenîyên Qerebaxêye ku bi destê zorê hatine derxistinê, helke bona ku ji 100 hezarî zêdetir meriv bikarin normal bijîn û şuxulkarîya xwe li Ermenîstanê çareserkin. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo diqewime ermenîyên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî vegerine welatê xwe.
“Pirsgirêka gerekê pareveyî ser yên wedekurt, wedê navîn û wededirêj bikin.Pirsgirêka meye wedekurt ewe ku em pirsgirêkên sosîyalî, yên ermenîyên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî helkin, ku ew bikaribin li Ermenîstanê şuxulkarîya xwe çareserkin. Civaka navneteweyî jî gerekê qîmetê zelal bide wê bûyarê û bide kifşê, wekî paqijkirinên êtnîkî li Qerebaxê pêk hatine”,- Xandanyan gotîye.