H’emû nûçeSereke

“Desthilatdarîya Adirbêcanê girtitnên neqanûnî li Qerebaxê mîyaser dike”: serokwezîr gotîye wezîra Fransîyayêye karên der 

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolona qebûl kirîye.

Bi silavkirina dêlêgasîya bi serkrîya wezîra Fransîyayêye karên der, serokwezîr gotîye: “Berî her tiştî ez dixwezim razîbûnê elamî We û Makronê serok bikim, wekî nava vî wedê giranda hûn li rex Ermenîstanêne û derheqa paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê tabîya we zelale.

Qerebax bû qurbanîya paqijkirinên êtnîkî û mixabin mêxanîzmên navneteweyî nehatine xebitandinê.Vî alîda krîzeya hûmanîtarî, ya ku li Qerebaxê bû, cîguhastî Ermenîstanê bûye.

Ji alîkî mayînva ez gerekê bêjim, wekî desthilatdarîya Adirbêcanê girtinên neqanûnî li Qerebaxê mîyaser dike û bi fikira min ev yek gerekê merkeza guhdarîya navteweyîdabe”.Nîkol Paşînyan serda zêde kirîye, wekî hukumata Ermenîstanê ermenîyên ji Qerebaxê bi destê zorê derxistî bin bandora xweda xweyke, alîkarîya pêwîst bide wan.

“Feqet, Ermenîstan ji hevkarên navneteweyî hewca piştgirîya fînansîye, bona ku bikaribin pirsên hûmanîtarî helkin. Nava vî halîda ez pirsên rojeva dualî girîng hesab dikim. Ew pirs yên dîyaloga sîyasî, hevkarîya navneteweyî û hevkarîya êkonomîkîne”,- serokwezîr gotîye.

Wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê bona qebûlkirina gerim razalîxî elam kirîye û silavên Êmanûêlê serok gîhandîye serokwezîr. “Ez şame wekî piştî seredana çend meh pêşda ez careke mayîn hatime Yêrêvanê,lê minê bixwesta wekî ev seredan nava bûyarên tragîkda nîbûya, tarjêdîya binelîyên Qerebaxê û usa jî Ermenîstanê.Ev seredana min nîşana wê dostîyêye wekî Fransîya hindava Ermenîstanê dide kifşê.Dostîya me nava temamîya salêda hatîye kifşê.Li rex xiravbûna halê krîzeya hûmanîtarî, ew halê diha giran zêde bûye û ez bi wê yekêva firnax dibim û dibêjim, wekî Fransîya her dem li wire, li kîderê ew gerekê bibe”,- Katrîn Kolonayê gotîye.

Wezîra Fransîyayêye karên der serda zêde kirîye, wekî Fransîyayê bona Ermenstanê alîkarîya hûmanîtarî, ya  bahê 12,5 mîlyon yûro têra dîtîye. Katrîn Kolonayê daye bawarkirinê wekî alîkarî wê berdewambe, heger hewcetîya wê yekê hebe.

Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa hevkarîya dualî, pirsên herêmîda çûye.Fikir dora têmayên dualî hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button