H’emû nûçeSereke

Tevî Fransîyayê ne tenê wê tifaqada leşkerî bê sazkirinê, lê wê peymana hevkarîya leşkerî-têknîkî bê îmzekirinê: A. Xaçatryan

Peymana tevî Fransîyayê wê ne tenê ya tifaqa leşkerîbe, lê ewê usa jî ya hevkarîya leşkerî-têknîkîbe, ya bona destanîna sîliha.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîsîya parastinê, Armên Xaçatryan gotîye.

Derheqa birîyara Parîzêda, ya derheqa wê peymanêda wezîra Fransîyayêye karên der gotîye.

Armên Xaçatryan gotîye, wekî Ermenîstanê ji Fransîyayê hê sîlih nestendine.Nava axaftina xweda Xaçatryan gotîye, wekî nava wan hevraxeberdanada wê usa jî pirsa destanîna sîstêmên parastina hewê bê bilindkirinê.

“Xêncî sîlihên xweparastinê, usa jî rê vedibe ku ofîsêr li îdarên leşkerî bêne hînkirinê.Prosêsa hînbûnê gelekî girînge”,-parlamêntvan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo sîlih wê belaş bêne dayînê, yan na, parlamêntvan wa gotîye: “Nava destanîna sîlihada dîyarî tunene, bêguman, bona hemû tiştî Ermenîstanê pera bide.Ermenîstan dikare pera bide, lê proseyên destanîna sîliha li dinîyayê gelekî giranin û ew gerekê nava çend êtapara derbazbin, ku ew pêvajo bêne mîyaserkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button