Her şedetîke girtî dibe delîlek ku nayê pejirandin û nabe bingehek tawanbar: Marûkyan
Karbidestên Adirbêcanêye ewlekarîyê van demên dawî vîdyoyên li ser nûnerên Qerebaxa Çîya yên ku ji Stêpanakêrtê hatine revandin û bi qaçaxî girtîgehên Adirbêcanê de hatine girtin, belav dikin. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan li ser rûpela xweye X ê nivîsîye.
Bi taybetî, ewî nivîsîye: “Ew nûnerên berê û yên niha yên hilbijartî yan kifşkirî yên gelê Qerebaxêne. Ji bilî dîmenên rûreşkirinê yên rojane, propagandaya Adirbêcanê li ser îdîaya şedetîya vî yan wî kesî jî nûçeyan belav dike. Berî her tiştî ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku şedetîya her dîlî û girtîyek wek delîlek nayê qebûlkirin û nikare bibe bingehek ji bo tawanbarkirinê, ji ber ku servîsên taybet yên Adirbêcanê van şeda bi binpêkirina hovane ya peymana Avropî ya mafên mirovan werdigirin.
Hêjayî gotinêye dîl
– îmkana wan tune ku parêzerê bijare hebin,
– îmkana wan tuneye ku li ber dadgeheke serbixwe û bêalî ku bi qanûnê hatîye damezrandin, rabin,
– derfeta dadgehkirineke edil tunebe.
Û eger şedetîkê jî didin, di bin gefa îşkenceyê û binpêkirina mafê jîyanêda didin. Hemû dîlên ku niha tê îdîakirin ji van kesan hatine girtin, bi binpêkirinên mezin yên xalên mafên mirovan 3, 5, 6, 13, 14 û hiqûqa dadgeha mafên mirova ya Avropayê hatine bidestxistin.
Li gorî Freedom House, rêberên berê û yên niha yên hilbijartî yên Qerebaxê karibûn dêmokrasîyekê ava bikin ku 37 qala beşeke azad hate destnîşankirin, di heman demê de ew niha di pergala Adirbêcanê de têne revandin û bi rengekî neqanûnî têne binçavkirin û bi derewan têne tawanbarkirin, bi 9 xalan ne belaş e. Freedom House bi rapora xwe ya salane ya “Azadî di Cîhanê” de gihandina mafên sîyasî û azadîyên sivîl li 210 welat û herêman dinirxîne. Azadîyên takekesî ji mafê dengdanê bigire heta azadîya axaftinê û wekhevîya li pêşberî qanûnê.
Ji ber vê yekê, tevahîya propagandaya Adirbêcanê ya li ser hemû nûnerên gelê Qerebaxa Çîya yên ku di girtîgehên Adirbêcanê de hatine girtin û bi awayekî neqanûnî hatine girtin, nikare bibe xwedî bawerî. Divê hemû girtîyên şer, rola wan ya sîyasî û yan ya din, hilbijartî yan tayînkirî be, tavîlê aza bên berdan”.