H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û Borêl paqijkirinên êtnîkî û rewşa herêmêye li Qerebaxê gotûbêj kirine

Li Granadayê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û nûnerê bilind yê têkilîyên  karên der û ewlekarîyê yê Yekîtîya  Avropayê Jozêp Borêl  rastî hevdu hatine û li ser mijara qirkirina êtnîkî ya li Qerebaxê axivîne.

Bi ragîhandina “Armenprêss”ê, Ararat Mîrzoyan li ser rûpela xwe ya X ê  da elam kirîye ku wana li ser mijarên rojeva hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya  Avropayê û berfirehkirina wê jî axivîne.

“Wextê hemû hevdîtina, bal hat kişandin ser paqijîya êtnîkî ya li Qerebaxê û ew mecalên ku ermenî neçar kirine ji Qerebaxê derkevin.Li ser rewşa giştî ya herêmê jî axivîne”,- Mîrzoyan elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button