H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan li Brîtanîyayê tevî hevkarê xwe halê li Qafqasîya Başûr gotûbêj kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîrê Brîtanîyayêyî karên der Cêyms Klêvêrlî qise kirîye.

Wextê axaftina bi têlefonê, pirsên derheqa halê ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa halê Qerebaxêda, bi destê zorê derxistina cimeta Qerebaxê, çûye.

Bi axaftina derheqa halê ewlehkarîya li herêmê, Mîrzoyan derheqa yekîtî û serbixwetîya têrîtorîya Ermenîstanê xeberdaye.

Fikir dora mecalên berfirehkirina hevkarîya dualîda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button