H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan tevî Toyvo Klaar pirsên derheqa pêvajoya pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gotûbêj kirine
12 ê cotmehê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatine gotûbêjkirinê.
Ararat Mîrzoyan derheqa serbixwetî û yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanêda daye dîyarkirinê û ew yek pêwîst hesab kirîye, ku pêvajoya hevraxeberdana gerekê li gorî hevdîtina li Granadayê berdewambe.
Xeberdan derheqa bi destê zorê deranîna ji sed hezarî zêdetir binelîyên Qerebaxê çûye.