H’emû nûçeSereke

Cîhan dikare îzinê  bide xwe ku aminaya xwe li Elîyêv neynin: Loûrêns Martîn

Sed hezar ermenîyên binelîyên Qerebaxê mecbûr bûne malên xwe û warên xwe bihêlin. Derheqa wê yekda raportkirê pirsa Ermenîstanê Loûrêns Martîn li mehkema navneteweyî gotîye.

Bi gotina wî, binelîyên Qerebaxê ew yek bin derbên Adirbêcanêda kirine. “Elîyêv gotîye wekî ermenî kûçikin, kîjana gerekê ji Qerebaxê derxin. Ermenîyên Qerebaxê vê sîyaseta Adirbêcanêra nasin, li kîderê zaroka ji bêşîkê hîn dikin ku ermenîya hiz nekin. Kitêbên mektebêda dinivîsin ku ermenîya hiz nekin û nava tamarên wanda xwîna cina heye”. Çawa mînak  ewî Ramîl Safarov anîye ber  çeva, yê ku wextê dersên NATO ê ofîsêrê ermenî, yê razayî bi balte kuştibû. “Elîyêv ew xelat kiribû. Ew niha  çawa mînaka mêrxasîyê tê raberkirinê”,-Loûrêns gotîye.

Ewî bangî mehkemê kirîye ku vîdêyoyên qetilkirinên ermenîyaye wextê şerê 44 roje lêkolînkin, kîjanada merivên azêrîyaye sîvîl û leşker cinyaza eblû dikin. Gelek meselên wî cûreyî hene.Adirbêcanê bajar û gundên Qerebaxê dane ber top û gula.Wextê wê agrêsîyayê zarok û jin hatine kuştinê.Sîmvolên çand û kûltûra ermenî  tên tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button