H’emû nûçeSereke

Heger nava birîyara mehkema navneteweyîda zelalbûn tunebe, wî çaxî Adirbêcanê wê yekê bide xebatê: Yêgîşê Kîrakosyan

Bi meha ser hev Ermenîstan eşaretîyê dide, wekî Adirbêcan paqijkirinên êtnîkî amade dike, lê mixabin ev yek îro bûye rastî. Derheqa wê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî pirsên hiqûqî Yêgîşê Kîrakosyan li mehkema navneteweyî gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî 19 ê îlonê Adirbêcanê êrîşa berfireh dijî Qerebaxê mîyaser kir û bi sîsnîkî korîdora Laçînê nava neh mehada cara ewlin vekir. “Niha li wir ermenî  tunene û  heger ew yek paqijkirinên êtnîkî nîne, wî çaxî ez nizanim, ku paqijkirina êtnîkî çiye.Wekîlê Adirbêcanê wê bêje ku bona aşîtîyê amadeye û tiştên mayîn zêdeke. Feqet ewê neh meh pêşda jî ew yek digot.Paşê ewê dora Qerebaxê girt û êrîş kir, ermenî ji welatê kal û bava derxistin.

Adirbêcanê bêje ku ew bona paşdahatina ermeîya amadeye, lê piştî şêr jî ew yek hate gotinê. Îzina tu ermenîkî nedane ku ew paşda vegere li ser axa okûpasîyakirî.Ewê soz bide ku wê qedirê maf û ewlehkarîya ermenîya bigre. Feqet berê jî Adirbêcanê sozên wî cûryî dane û wê yekê pêşîya wê negirtîye ku konvênsîyayên navneteweyî biteribîne.

Ji îlona sala 2020 î da, Adirbêcanê gavên bona paqijkirinên êtnîkî avîtine. Ewê ew yek hema wî çaxî jî kirîye, dema ku li vê mehkemê pirsa ermenî dihate gotûbêjkirinê. Niha wede heye  pêşîya wê yekê bigrin. Gelek meriv hatine revandinê û bi neqanûnî li hebsên Adirbêcanêda tên xweykirinê.Sînîzma Bekûyê bêsînore. Adirbêcan dibêje, wekî dewekarîyên Ermenîstanê qanûna diteribînin û Yêrêvanê gunehkar dike, ku giva Yêrêvan dijî îzbatbûna aşîtîyêye û naxweze pêvajoya normalkirina pêwandîyava mijûlbe.

Tabîya Adirbêcanê dijî qanûna navneteweîye. Ewê gelek cara civaka navneteweyî avîtîye nava şaşîyê. Tenê mecalên mehkemê dikarin paqijkirinên êtnîkî û tunekirina rêça ermenî bidine sekinandinê, çawa ku ew yek li Nexçêvanê qewimî.

Heger nava birîyara mehkemêda tiştekî nezelal hebe, Adirbêcanê wê yekê bide xebatê.Em îdî cara seem berbirî mehkemê bûne”,-Yêgîşê Kîrakosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button