H’emû nûçeSereke
Paşînyan û Klaar pirsên derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê gotûbêj kirine
Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîlê Yekîya Avropayê, yê li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê usa jî serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos amade bûye.
Wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatine gotûbêjkirinê û berdewama wan girîng hatîye hesabkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa wê yekêda çûye ku çawa rûyê sîyaseta Adirbêcanêda ji sed hezarî zêdetir binelîyên Qerebaxêye ermenî hatine derxistinê û halê hûmanîtarî hatîye raberkirinê.